Pompêw: Qasim Suleymanî bo mebesta sîyasî li Îraqê nebû

Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê gumanê li axivtinên Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê heye derbarê ku Qasim Suleymanî li ser axa Îraqê bûye bo gehandina peyameka sîyasî.

K24- Hewlêr

Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê gumanê li axivtinên Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê heye derbarê ku Qasim Suleymanî li ser axa Îraqê bûye bo gehandina peyameka sîyasî.

Pompêw ragehand,  Qasim Suleymanî ti peyamên sîyasî pê re nebûye û got: Em dizanîn ev çîrokên hanê nerastin û ew zelam bo gehandina peyama sîyasî li Îraqê nebûye.

Wezîrê derve yê Emerîkayê hoşdarîyê dide û radigehîne, heke Îran biryareka xirab bide, Waşitun biryara tund û yekalîker dide û ragehand jî: Îran serwerî û azadî ya hevwelatîyên Îraqê û Lubnanê dagîr kirîye.

Zelal jî kir, Waşitun ji rêkkevta sîyasî xwe vikşandîye daku rê nede Îranê bibe xwedî çekê Etomî.

Tekez jî kir, fişarên wan bo ser Îranê berdewam dibin bo paraztina canê emerîkîyan û amaje bi wê yekê jî kir, Tehranê peywendî li gel tevaya bgirûpên çekdarên Rojhelata Navîn heye û li gel Talebanê jî heye.