Birîtanîya fermanberên xwe ji Devera Kesik veguhaztin
Bi sedema ne rewşa ne aram a Îraqê, Birîtanîyayê fermanberên xwe ji Devera Kesik li Bexda veguhaztin bo ciheka aramtir.
K24- Hewlêr
Bi sedema ne rewşa ne aram a Îraqê, Birîtanîyayê fermanberên xwe ji Devera Kesik li Bexda veguhaztin bo ciheka aramtir.
Di beyannameyekê de, Bên Wales, wezîrê berevanîya Birîtanîya Birîtanîyayê aşkera kir, ku wan fermanberên welatê xwe ji Devera Kesik li Bexda veguhaztîne bo qeza ya Tacî.
Cihê amajedanê ye, li qeza ya Tacî yek ji bingeheke mezin a hêzên Hevpeymanîya Nêvdewletî têde heye.
Her evro jî derbarê rêkkevtina Etomîya Îranê û gefên ser asayîşa deryavanîyê, wezîrê berevanîya Birîtanîyayê tekez kir, wezareta veguhaztina Birîtanîyayê di van nêzîkan de rênimayîyan derbarê asta gefên ser asayîşa deryavanîyê der dixe.