Adil Ebdulmehdî: Rewşa Kurdistanê cudaye

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê derbarê rewşa niha ya Îraqê û girjîyên li derverê duristbûn piştî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û biryara Perlemana Îraqê bo derkirina hêzn bîyanî ji nav axa Îraqê tekez dike: Çaresera niha ya rewşa Îraqê tenê vekişana hêzên bîyanî ne ji axa Îraqê. Herweha got jî: Di nav van girjîyan de rewşa Herêma Kurdistanê cudaye.

K24- Hewlêr

Di civîna evro de ya Civata wezîrên Îraqê, Ebdulmehdî derbarê rewşa Îraqê û girjîyên durist bûne got: Çareserkirina rewşa niha ya Îraqê tenê derkevtina hêzên bîyanî ye.

 Daxwaz ji alîyan jî kir, pêwîste tevaya alîyan li ser derxistina hêzên bîyanî ji nav axa Îraqê  hev deng bin.

Got jî: Derbarê vekişandina hêzên bîyanî fişar li ser tevaya alîyan hebû.

Derbarê nameya ku şeva burî di mêdyayan de hate belavkirin, ku sûpayê Emerîkayê bi hikumeta Îraqê re ragehandîye,ew kar dike bo xwe vikişandinê ji Îraqê û duv re jî, wezareta bervanîya Emerîkayê (Pêntagon) ew nûçe red kir, Adil Ebdulmehdî got: Ew nûçe rast bû.

 Serok wezîrên Îraqê bi aşkera amaje bi wê yekê da, di van girjîyên de ku niha li Îraqê hene, rewşa devera Kurdistanê ji deverên din cudaye.

Herweha got: Civîna Perlemanê kêmasî têde hebûn. Ev jî wek amajeyek bp civîna Perlemana Îrqê ku têde deng dan piroje yasa ya derkirina hêzên bîyanî ji nav axa Îraqê.