Hinek welatên din jî hêzên xwe ji Îraqê vekişandin
Wezareta berevanîya Kirwatîya ragehand, wan biryar daye hejmareka serbazên xwe ji Îraqê ber bi welatê Kiweyîtê vekişîne.
K24- Hewlêr
Wezareta berevanîya Kirwatîya ragehand, wan biryar daye hejmareka serbazên xwe ji Îraqê ber bi welatê Kiweyîtê vekişîne.
Ajansa Esoşêytîd Pirês, tekez kir ku di beyannameya berevanîya Kirwatîyayê de hatîye, piştî rawêjkirinê li gel NATOyê, wan ev pêngav havêjtîye.
Berê jî desthelatdarên Elmanîya 35 serbazên xwe ji Îraqê veguhaztin bo Ûrdinê û Kiweytê.
Herweha Silovakîya jî ku 7 serbaz li Îrqê hene, aşkera kir ku dûbare serbazên xwe li Îraqê belav dike, ev di demekê ye, Silovîyayê jî amajae bi wê yekê da, ku 6 serbazên wan li bingeha parêzgeha Hewlêr dê mînin.