NATO bi awayeka demkî pişkeke hêzên xwe ji Îraqê dê vekişîne

Rkxistîya Hevpeymanîya Bakûra Etlesî (NATO) biryar da bi awayeka demkî pişkeke hêzên xwe ji Îraqê vekişîne.

K24- Hewlêr

Rkxistîya Hevpeymanîya Bakûra Etlesî (NATO) biryar da bi awayeka demkî pişkeke hêzên xwe ji Îraqê vekişîne.

Herçend Yênis Stoltinbêrg, sekiretêrê NATOyê ragahendibû, ku NATO pabende bi erkên xwe li Îraqê bo şerê dijî Terorê, lê çend welatan, ji wan jî, Elmanîya, Kirwatîya,  Romanîya û çend welatên din bi sedema gefên Îran û Emerîkayê û alozbûna rewşê pişkek ji serbazên xwe ji Îraqê vekişandin.

 Di dawîyê de sekiretêrî giştî yê NATOyê ragehand, bi awayeke demkî û heya rewş aram dibe pişkek ji hêzên xwe ji Îraqê dê vekişînin.