Rûhanî bo Makron: Êdî asayîşa Emerîkayê li deverê paraztî nabe

Di peywendîyeka telefonî de, Hesen Rûhanî, serok Komarê Îranê û Îmanoyîl Makron, serokê Firansa pirsa kuştina Qasim Suleymanî, asyîşa herêmî û rêkkevtina navokîya Îranê gengeşe kirin.

K24- Hewlêr

Di peywendîyeka telefonî de, Hesen Rûhanî, serok Komarê Îranê û Îmanoyîl Makron, serokê Firansa pirsa kuştina Qasim Suleymanî, asyîşa herêmî û rêkkevtina navokîya Îranê gengeşe kirin.

Li gor kenal RT ya Rûsî, di peywendîyeka telefonî de, ku yek demjimêr vekêşaye, Rûhanî bo Makron tekez kirîye, asayîş û berjewendîyên Emerîkayê di metirsîyê de ye û piştî kuştina Qasim Suleymanî, fermandeyê Feyleqa Qudsa Supayê Pasdarên Îranê, êdî Emerîka nekare bi aramî li deverê bimîne û li ti cihekê jî parazt nabe.

Wek wê kenala rûsî amaje kirîye, di wê peywendîya telefonî de, Rûhanî û Makronî dawîn pêşveçûn û guhertinên deverê, derencamên kuştina Qasim Suleymanî, asyîşa deverê û rêkkevtina navokî ya Îranê gengeşe kirine.

Piştî wê hêrişa asmanî ya Emerîkayê ku her yek ji Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudisa Sûpayê Pasdaran û Ebû Mehdî Muhendis, cêgirê serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmarek kesên li gel wan kuştin. Komara Îsalmî gefên tolevekirinê ji Emerîkayê dike. di beranber de, Emerîka jî gefa wê yekê dike , heke Îran her hêrişekê bike ser berjwendîyên wê, Emerîkayê dê bersiva tehranê bide.