Wezîrê berevanîya Emerîkayê: Ti gefekê ji Îranê qebûl nakîn

Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehand, ew li gel çereserîya dîplomasî ne li gel Îranê û şer naxwazin, lê ew amadene bo her bersivekê û ti gefan jî qebûl nakin.

K24- Hewlêr

Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê ragehand, ew li gel çereserîya dîplomasî ne li gel Îranê û şer naxwazin, lê ew amadene bo her bersivekê û ti gefan jî qebûl nakin.

Êsper di kongireyeka rojnamevanî de ragehand, sitratîcîyeta wan beranber Îraqê nehatîye guhertin û wan nîyaz jî nîne hêzên  xwe ji Îraqê vekişînin.

Tekz dike, karê wanê herî pêşîn paraztina Emerîkîyane ji her gefekê û wan hejmareka bijarteyan hene bo rûbirûbûna Îranê.

Êsper ragehand jî, Îranê dest bi livînê kirîye û ew bi hûrî çavdêrîya livînên wê dikin. Xuya jî kir, ku pêngavên yên dahatî li gor lîvînên Tehranê dibin.

Derbarê burandina yasa ya derkirina hêzên bîyanî ji Îraqê, Mark Êsper xuya kir, ku ew yasa wabeste nîye û Kurd û sunneyan jî pişikdar di  wê civîna Civata Nwênerên Îraqê de nekirin.