Tiramp: Demeke dirêje çavdêrîya Qasim Suleymanî dikîn
Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand, welatî wî dixwaze Îraqê akincî û aram bimîne û ew amadene berisiva tund û bilez a her hêrişeke Îranê bidin.
K24- Hewlêr
Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand, welatî wî dixwaze Îraqê akincî û aram bimîne û ew amadene berisiva tund û bilez a her hêrişeke Îranê bidin.
Donald Tiramp ragehand: Emerîka qet hizir li sepandina sizayan bi ser Îraqê re nake, tenê di wê demê de nebe ku Îraq birêz ve reftarê li gel Emerîkayê neke.
Serokê Emerîkayê ragehand jî, demeke dirêje welatê wî çavdêrîya Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudis a supayê pasdaran dike.
Tiramp tekez jî kir, heke hêzên xwe ji Îraqê vekişînin delîveya pêngavên zêdetir li deverê didin Îranê û pêgeha wan jî bihêztir dibe, lew ew ji Îraqê navekişin.