Trump: Îran êrîşî ser binkeyên me yên serbazî kir

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, Îran êrîşî ser binkeyên wan ên serbazî li Iraqê kir û diyar kir, heta niha hemû tişt baş e. Biryar e Trump jî di gotarekê de derbarê êrîşa Îranê biaxive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, Îran êrîşî ser binkeyên wan ên serbazî li Iraqê kir û diyar kir, heta niha hemû tişt baş e. Biryar e Trump jî di gotarekê de derbarê êrîşa Îranê biaxive.

Serokê Amerîka Donald Trump di twîttekê de ragihand, Îranê êrîşî ser du binkeyên serbazî yên Amerîka kirin.

Trump ragihand, ew niha lêkolînê derbarê ziyanan dikin û ta niha her tişt baş e, wek amajeyek ku ziyanên canî di wan her du êrîşan de nîn in.

Trump aşkere kir, îro dema sibê bi dema Washingtonê gotarekê li ser pêşhat, rewş û êrîşên Îranê pêşkêş dik.

Ev daxuyaniya Trump piştî wê tê, medyaya Iraqê belav kir, îro bi 9 mûşekan êrîş li binkeya serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê hate kirin, ku mezintirîn binkeya Amerîkî li Iraqê ye.

Telefizyona fermî ya Îranê jî ragihand, ew êrîşa mûşekî ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê li ser binkeyên Amerîkî wek tolvedanek li hember kuştina Qasim Suleymanî tê.

  

S. B