Her sê Serokatiyên Herêma Kurdistanê rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Piştî civîna îro ya her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de helwesta xwe derbarê rewşa niha Iraq û navçeyê de ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna îro ya her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de helwesta xwe derbarê rewşa niha Iraq û navçeyê de ragihand.
Di daxuyaniya her sê serokatiyan de hat, “Di çarçova civîna asayî de, îro her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Di civînê de dawî pêşhatên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyên hatin behskirin û bi hûrî bûyer û helwesta Herêma Kurdistanê hat nirxandin. Di vê çarçovê de her sê serokatiyan nîgeraniya xwe ya kûr ji bo firehbûna bûyerên navçeyê derbirî di demekê de ku metrisiya terorê firahtir bûye û gefên rasteqîne yên li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hene.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Di derbarê bûyerên çend rojên berê de, bi taybet pêşhatinên vê sibê, her sê serokatî tekez dikin, rêkarên serbazî bi ti awayekî pirsgirêkan çareser nakin. Herêma Kurdistanê ligel aramkirina rewşê ye û diyalog û çareseriya dîplomasî ya pirsgirêkan, seqamgîrî û aramiyê ye. Daxwaz ji hemû aliyan dikin, Herêma Kurdistanê ji milmileyan dûr bixin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Herêma Kurdistanê piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û Herêma Kurdistanê bo berdewamiya rûbirûbûna teror bi pêwîstî dizanin, bi taybet ku di çend mehên bûrî de, tevger û kiryarên teroristan zêde bûne, ji ber wê daxwaz ji civaka navdewletî dikin, bi ta awayekî rê nede teror serê xwe hilbide.”
S. B