HSDê 33 endamên DAIŞê azad kirin
HSD û Rêveberiya Xweser bi gerentiya hozên deverê û rûsipiyên bajêr, 33 endamên DAIŞê serbest berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
HSD û Rêveberiya Xweser bi gerentiya hozên deverê û rûsipiyên bajêr, 33 endamên DAIŞê serbest berdan.
Peyamnêra K24ê li Hesekê da zanîn, li gor HSDê û Rêveberiya Xweser, ew kesên hatine berdan endamên DAIŞê ne, lê destê wan di kuştinê de nebûn, piştî ku hatin dadgehkirin, hatine berdan.
Serokê Encûmena Hozên Ereb ên Bajarê Hesekê Ekrem Hac Îbrahîm di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, berê jî Rêveberiya Xweser û HSDê bi gerentiya hozên deverê endamên DAIŞê serbest berdidin û heta niha nêzîkî 450 endamên DAIŞê hatine berdan.
Diyar kir jî, îro HSD û Rêveberiya Xweser 9 kes ji Hesekê û 24 kes jî ji Dêrazorê berdan û ew hêvî dikin di rojên bê de yên din jî bêne berdan, bi awayekî ku kesek di zîndanan de nemîne.
Amaje bi wê jî da, ew endamên DAIŞê yên berê hatine berdan, kesek ji wan venegeriya nava rêzên DAIŞê, heta hin ji wan jî bûne endamên asayişê jî.
S. B