Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşek ji nakokiyên niha ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlemana Kurdistanê û aliyên siyasî ragihand, Herêma Kurdistanê ji rewşê nîgeran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlemana Kurdistanê û aliyên siyasî ragihand, Herêma Kurdistanê ji rewşê nîgeran e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wan tekezî li wê kir, ku divê hemû alî hewlên cidî bidin, ji bo çareserkirina rewşê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hewl didin rewşê aram bikin û got: Herêma Kurdistanê ne beşek e ji nakokiyên niha li navçeyê heye.

Serokê Herêma Kurdistanê nîgeraniya derbarê rewşa niha ya Iraqê de derbirî û aşkere kir, şandeke Herêma Kurdistanê bo guftûgokirina rewşa niha ya Iraqê serdana Bexdayê dike.

Amaje bi wê da, cihê spasiyê ye, fraksiyonên Kurdî li Bexdayê bi hev re kar dikin û li Herêma Kurdistanê jî heman helwesta wan heye.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ew her hewlekê didin, ji bo Herêma Kurdistanê biparêzin û ji bo wê yekê bi aliyan re li ser xetê ne.

Derbarê êrîşên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, xweşbextane ti ziyaneke canî nebû, lê hemû alî ji biryara Parlemana Iraqê ya derkirina hêzên Hevpeyamanan gelekî nîgeran in.

Herwiha got: Pêwîstiya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên Hevpeymanan heye.

Diyar kir jî, ti aliyekî bi fermî ew ji êrîşan agahdar nekiribûn.

 

S. B