Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistan li gel aramkirina rewşa Iraq û navçeyê ye
Mesrûr Barzanî radighîne, digel aramkirina rewşa Iraq û navçeyê ne û hêvîdar e jî, hemû alî rêzê li rola hevsengane ya herêma Kurdistanê bigrin.
K24-Hewlêr
Mesrûr Barzanî radighîne, digel aramkirina rewşa Iraq û navçeyê ne û hêvîdar e jî, hemû alî rêzê li rola hevsengane ya herêma Kurdistanê bigrin.
Civata Wezîrên herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Civata Wezîrên herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka civînê de, Serokwezîrê herêma Kurdistanê ronahî xist ser dawî pêşhateyên rewşa Iraqê û navçeyê. Serokwezîr ragihand, em bi tu aweyek ne digel girjî û aloziyên zêdetir li Iraq û navçeyê ne. Jiber ku zemîn e ji bo serîhildan a tundutîjî ya zêdetir û çalakiyên rêxistinên terorî vedike, bi taybetî DAIŞ. Herêma Kurdistanê jî, di rûbirûbûna terorê de, bi hevkariya Hevpeymanan berdewam dibe.
Serokwezîr tekezî li wê yekê kir, herêma Kurdistanê digel aramkirina rewşa Iraq û navçeyê ye. Got jî, hêvîdar in hemû alî rêzê li rola hevseng a herêma Kurdistanê bigrin.
Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir, ku Hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li danûstandinên digel Hikûmeta Federal, ji bo parastina mafên destûrî, mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê.
Piştre, Civata Wezîran danûstandin, derbarê encamên civîna hevbeş a di navbeyna Hikûmeta herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî û Karûbarên Aborî ya Parlamentoya Kurdistanê û çend pêşniyarek taybet bi projeyasaya çaksaziyê li xanenişînî, mûçe, dermale, bexşîn û îmtiyazatên din li herêma Kurdistanê kir, ku beriya niha, ji aliyê Civata Wezîran hatibû pejirandin û ji bo Parlamentoyê hatibû şandin.
Civata Wezîran, piştî şêwra digel Komîteya Darayî û Aborî ya Parlamentoya Kurdistanê, dû birgeyên nû ji bo wê projeyasayê pejirand, ku taybet bûn, bi parastina hemû şayisteyên darayî yên mûçexuran, li hejmarek ku Wezareta Darayî û Aborî bi rênimayek rêkdixe.
Birgeya duyem taybet bû, bi pêşînedan a Hikûmetê, bi pêdaçûn, bi kêmtirîn mûçeya xanenişîniyê, li encam a wê bire pereyê, ku tê çaverêkirin vegere, li piştî çûn a di warê bicîkirina yasaya çaksaziyê, piştî teşrî'kirinê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve.