Brîtanya êrîşa Îranê li Iraqê şermezar dike

Serokwezîrê Brîtanya Borîs Consin êrîşa Îranê li Iraqê şermezar dike.

K24- Hewlêr

Serokwezîrê Brîtanya Borîs Consin êrîşa Îranê li Iraqê şermezar dike.

Di civîna Parlamentoya welatê xwe de, Serokwezîrê Brîtanya Borîs Consin ragihand, welatê wî, hewla parastina berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn dide û got, digel Hevpeymanan di pêwendiyê de ne, da ku rewşê aram bikin.

Consin ji bilî şermezarkirina êrîşên Îranê li Iraqê, bi pêwîst jî zanî, ku Îran bi zûtirîn dem, dawiyê li aloziyan bîn e.