Di teqînekê de Hejmareka çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin û brîndar kirin
Hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê ve, di teqînekê de li gundewarê Serêkaniyê hatin kuştin û brîndar kirin.
K24- Hewlêr
Hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê ve, di teqînekê de li gundewarê Serêkaniyê hatin kuştin û brîndar kirin.
Ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê belavkiriye, îro teqînek bi rêya otombêlek bombekirî li gundê Erb'în di navbera Serêkaniyê û Tiltemirê de rû da. Di encama wê teqînê de, ligor SANA hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin û brîndar bûn û ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhestin.
Ajansa SANA ragihand jî, ku ew gund, di jêr destê artêşa Tirkiyê û grûbên biser ve ye.