Fransa êrîşên Îranê li ser bingehên serbazî yên Amerîka li Iraqê şermezar dike

Wezareta derve ya Fransa êrîşên Îranê li ser bingehên serbazî yên Amerîka li Iraqê şermezar dike.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Fransa êrîşên Îranê li ser bingehên serbazî yên Amerîka li Iraqê şermezar dike.

Wezareta derve ya Fransa, di daxuyaniyekê de êrîşên şeva borî yên Îranê liser bingehên Hêzên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê şermezar dike û radighîne, pêwîst e bi zûtirîn dem rewş aram bibe.

Her di wê daxuyaniya Wezareta derve ya Fransa de hatiye, pêwîst e rêz li serweriya xaka Iraqê bê girtin û karê destpêkî yê Parîsê jî, aramkirina rewşê ye û digel her aliyek ji bo kêmkirina aloziyan li ser xetê ne.

Beriya niha jî, çavkaniyek ji Hikûmeta Fransa ji Ajansa France Press re ragihandibû, tevî zêdebûn a aloziyên li Rojhilata Navîn, plan a wan a vekşandina wan 200 serbazên Fransî, ku dinav Hêzên Hevpeymanan li Iraqê de ne, nîn e.