Grûpên çekdar li bajarê Efrînê 2 milyon lîreyên Sûrî ji pîrejinekê dizîn
Grûpên çekdar li bajarê Efrînê girt e ser mala pîrejinekê û 2 milyon lîreyên Sûriyê jê dizîn.
K24- Hewlêr
Grûpên çekdar li bajarê Efrînê girt e ser mala pîrejinekê û 2 milyon lîreyên Sûriyê jê dizîn.
Rêxistina Mafên Mirovî li bajarê Efrînê belavkiriye, di roja 2ê vê mehê de, grûpa elEmşat, girt e ser mala pîrejina bi navê Fatma li taxa Hacu ya navçeya Şyê û 2 milyon lîreyên Sûrî jê dizîn.
Herweha rêxistinê ragihand, ji bilî dizîna tankên zeytê, dest daniye ser bêtir ji 60 hezar darên zeytûnan. Grûpa Liwaya M'têm dest danîne ser dukan û emlakên welatiyê Kurd bi navê Zuhêr Fars ji gundê Mi'mla ser bi navçeya Raco ve..
Rêxistina Mafên Mirovî li Efrînê da zanîn, ku grûpên çekdar, ji dem a dagîrkirina Efrînê heya niha, kiryarên xerab li dijî welatiyên bajar pêktîn in.