Mîlîşyayên ser bi Îranê ve ji Bokemalê derdikevin

Mîlîşyayên ser bi Îranê ve binkeyên xwe li nava bajarê Bokemal vala dikin û çekên xwe yên giran vediguhêzin baxçeyên li derdora çemê Ferêt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîlîşyayên ser bi Îranê ve binkeyên xwe li nava bajarê Bokemal vala dikin û çekên xwe yên giran vediguhêzin baxçeyên li derdora çemê Ferêt.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, mîlîşyayên ser bi Îranê ve û Hizbulaha Libnanî binkeyên xwe li taxa Cimiyat a Bokemal a li nêzîkî sînorê Iraqê vala kirin û çekên xwe yên giran derxistin navçeya kesk a li ber çemê Ferêt.

Rewangehê amaje bi wê yekê kir, ev pêngava hêzên ser bi Îranê ve di çarçoveya êrîşa pêşbînîkirî ya Amerîka piştî kuştina Qasim Suleymanê de tê.

Roja 5ê vê mehê jî mîlîşyayên ser bi Îranê ve, hejmarek ji binkeyên xwe yên di nava Bokemalê de ne vala kir û li nava baxçeyên li ber çemê Ferêt in bicih bûn.

Roja 28ê Berçileya bûrî firokeyên Amerîka 5 baregehên Hizbulaha Iraqê li Iraq û li Bokemala Sûriyê bombebaran kiribûn û di encamê de 28 çekdar hatibûn kuştin û nêzîkî 50 çekdarî jî birîndar bûbûn.

 

S. B