Mesrûr Barzanî: Aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraq û civaka navdewletî de ye
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Andrew Murrison behsa aloziyên navbera Îran û Amerîka û rewşa Iraqê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Andrew Murrison behsa aloziyên navbera Îran û Amerîka û rewşa Iraqê kirin.
Şeva bûrî Wezîrê Dewletê yê Brîtanî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Andrew Murrison telefona Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Di wê pêwendiya telefonî de Murrison spasiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê kir ji ber hewlên wî yên aramkirina aloziyên ku di navbera Îran û Amerîka û Iraqê de derketine.
Wî wezîrê Brîtanî pêbendbûna welatê xwe bi aramî û serweriya Iraqê jî nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji wezîrê Brîtanî re got ku Hikûmeta Kurdistanê li ser hewlên xwe yên bo aramkirina rewşê berdewam e û têkestî li ser girîngiya berdewambûna alîkarî û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir di şerê DAIŞê de.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraq û civaka navdewletî de ye û têkestî li ser parastina mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û hêviya xwe anî ziman ku hikûmeta federal ya Iraqê hurmeta mafên Destûrî yên Kurdistanê bigire.
S. B