4 serbazên Tirkiyê li Serê Kaniyê canê xwe jidest dan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, 4 serbazên wê di teqînekê de li Serê Kaniyê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, 4 serbazên wê di teqînekê de li Serê Kaniyê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li rojhilata Firatê teqînek li rêbenedekê çê bû û di encamê de 4 serbazên wan canê xwe jidest dan.

Ji aliyê xwe ve medyaya Tirkiyê belav kir, duhî 8ê vê mehê otombîleke bombekirî li rêbenda gundê Erbîn yê ser bi Serê Kaniyê ve teqiya û 4 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dan.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, gelek teqîn li wan her du deveran tên kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Tirkiye û grûpên çekdar di ber wan teqînan de berpirsyar dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ji encamdana teqînan ew e, rewşa ewlehiyê li navçeyê têk biçe û xelkê neçar bibe koçber bibe, ji bo ew guharina demografiya navçeyê bibe serî.

 

S. B