Hêzên Amerîka gereke çavdêriyê li ser riya M4ê dike
Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê encam da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê encam da.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro hêzeke Amerîkî ku ji 4 otombîlan pêk hatibû, gereke çavdêriyê li ser riya Navdewletî M4 kir.
Peyamnêrê me da zanîn jî, gera çavdêriyê ji bajarê Qamişlo destpê kir û ber bi bajarokê Til Temirê ve çû.
Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê, çendîn car in hêzên Amerîkî gerên çavdêriyê li ser riya M4 û rojhilatê bajarê Qamişlo û ta sînorê Tirkiye û Iraqê dikin.
S. B