Mesrûr Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka pêşhatên Iraq û navçeyê guftûgo kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk David Schenker û çend pirsên niha yên navçeyê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk David Schenker û çend pirsên niha yên navçeyê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, dawî pêşhatên Iraq û Navçeyê hatin guftûgokirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji alozbûna rewşa navçeyê ji encama bûyerên vê dawiyê derbirî û tekezî li ser aramkirina rewşê kir.

Herdu alî hevnerîn bûn li ser aramkirina rewşa Iraqê û hatine pêş a hikûmeteke çalak û berpirsyar li Bexdayê, ku pêwendiyên wê yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebe û rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire.

 

S. B