Serok Barzanî: Nemana hêzên Hevpeymanan li navçeyê dibe sedema bihêzbûna terorê
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alîkarê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk David Schenker û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk David Schenker û şanda pê re kir, ku ji Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û çend şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîka pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraqê û girjî û aloziyên vê dawiyê ya navçeyê hatin nirxandin. Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Nêzîk dûpat kir ku welatê wan pabend e bi Iraq û Herêma Kurdistanê û xwazyarê ewene proseya siyasî ya Iraqê bikevê ser rêyekî dirust û aramî vegere.
Her di vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser rola girîng a hevpeymanan ya li yek alîkirina şerê terorê û hişyariya ew e jî da ku nemana hêzên hevpeymanan li navçeyê da dibê sedema wê yekê ku careke din teror li bin navên cûr bi cûr bihêz bibe.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û hengav û çareseriyên ji bo baştir kirina proseya siyasî ya Iraqê û bi cîh gihandina daxwaziyên xwepêşanderên parêzgehên navend û Başûrê Iraqê mijareke din a vê civînê bûn.
S. B