Tirkiyê rêbendeke asayişa Eyn Îsayê bombebaran kir
Artêşa Tirkiyê rêbendeke Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayiş) li bajarokê Eyn Îsayê bombebaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê rêbendeke Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayiş) li bajarokê Eyn Îsayê bombebaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê ragihand, îro artêşa Tirkiyê bi firokeyeke bêfirokvan rêbenda Hêzên Ewlekatiya Navxweyî li deriyê bajarokê Eyn Îsayê bombebaran kir.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encama êrîşê de 2 welatiyên sivîl û endamekî Hêzên Ewlekatiya Navxweyî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Eyn Îsayê hatin veguhastin.
Ev yek di demekê de ye, duhî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi mûşekan êrîşî gundên rojavayê Eyn Îsayê kiribûn û di encama şer û pevçûnan de 7 çekdarê ser bi Tirkiyê ve hatibûn kuştin.

S. B