Serok Komarê Îraqê: Cenga bi wekalet red dikîn
Berhem Salih, serok Komarê Îraqê tekez li ser giringîya karkirin û hevahengîya hevpişik kir jibo paraztina Îraq û deverê ji ceng û milmilanêyan. Dûpat kir jî, Cenga bi wekalet red dikîn û nabe Îraq bibe qadek bo hêrişkirine ser welatên derdor.
K24- Hewlêr

Li gor beyannameyeka serokatîya Komara Îraqê, ev axivtinên serok komarê Îraqê di dîdarekê de hat li gel Mewlûd Çawîşoglû, wezîrê derve yê Tirkiyê û daxwaz jî kir, pêwsîte hewlên hemû alîyan bikin yek daku kirîzên niha bihên çareserkirin. Bo Dabînkirina jîyaneka xweş û aram bê gelên deverê , daxwaz ji alîyan kir, xwe kontirol bikin û hewil bidin rewşê aram bikin.
Di beranber de jî, wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir, welatê wî amadeye bo her hevkarîyekê ji bona berevanîyê ji serwerî û akincîya Îraqê, kêmkirina girjî û alozîyan û vegeranê bo danûstandinan derbarê rewşa hestîyar ewa niha dever pê re dibure.