Çar welat dijî Tirkiyê bi deng hatin

Wezîrê derve yên welatên Misir, Firansa, Qubris û Yûnanê civiyan bo genegeşekirina rewşa Lîbya û rola Tirkiyê di wî welatî de.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yên welatên Misir, Firansa, Qubris û Yûnanê civiyan bo genegeşekirina rewşa Lîbya û rola Tirkiyê di wî welatî de.

Di dawî ya civînê de, beyannameyeka hevpişik derxistin. Têde rêkkevtina Tirkiya û Lîbya red kirin û ragehandin, ew rêkkevtin vajîya biryara Civata Nwênerên Asayîşa Nêvdewletîye.

Herweha ew rêkkevtina Enqere û Terablusê bi binpîkirina mafê serwerîya welatên din yên ser Deryaya Navîn, da zanîn.

Tirkiya rêkkevtinek li gel hikumeta Terablusê wajû kir, li gor wê rêkkevtinê artêşa Tirkiyê dakare bi here Lîbya û sinûrê avî yên herdû welatan  di deryaya navîn de hatîye destnîşan kirin.

Wezîrên derve yên wan çar welatan dijînî ya xwe nîşandan bo livîna serbazî ya artêşa Tirkiyê ber bi Lîbyayê her destwerdanek di karûbarên Lîbyayê de şermezar kirin.