Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo cejna Qewltas
Bi boneya hatina cejna Qewltas a Kakeyîyan, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya tevaya Kakeyî û Yarsanên Herêma Kurdistanê û Îraqê û cîhanê kir.
K24- Hewlêr
Bi boneya hatina cejna Qewltas a Kakeyîyan, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya tevaya Kakeyî û Yarsanên Herêma Kurdistanê û Îraqê û cîhanê kir.
ev jî deqa wê peyamê ye:
Bi helkefta hatina cejna Qewltasê ve, bi germî pîrozbahiyê li xuşk û birayên Kakeyî û tevahiya Yarsanên li Herêma Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim cejn li gel xwe da aramî û bexteweriyê bîne û cihê xêr û xweşiya hemû aliyek bê.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û nizayên we qebûl bike, cejna we pîroz û hemû salek bi xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09/01/2020