Hevpeymanîya Nêvdewletî daxwaza zelalkirinê ji Perlemana Îraqê dike

Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê ragehand, wan pêwîstî bi zelalkirina zêdetir derbarê surişta û dûrahîyîn yasa ya biryara Perlemana Îraqê bo derçûna hêzên bîyanî ji Îraqê.

K24- Hewlêr

Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê ragehand, wan pêwîstî bi zelalkirina zêdetir derbarê surişta û dûrahîyîn yasa ya biryara Perlemana Îraqê bo derçûna hêzên bîyanî ji Îraqê.

Di beyannameyekê de, Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê got: Wan ji bo zêdetir parêzvanîyê ji bingehên serbazîyên hêzên xwe bikin, çalakîyên xwe di nav axa Îraqê de ragirtine. Amaje bi wê yekê jî daye, ew çalakîyên ku wan rewstandine, rahînana serbazîye li gel hevbeşên xwe herweha operasyonên serbazî yên dijî Daişê ne.

Di beyannameyê de hatîye, Hevpeymanîya wan hewlên xwe di 5 bwaran de komkirîne, ji wan jî berngarbûna pirupagindeyên Daişê, desteberkirina aramî û akaincîyê û hişikkirina çîavkanîyên darayî yên Daişê.

Dûpat jî kir, me pêwîstî bi zeklalkirineka zêdetir heye, derbarê surişta yasayîbûna biryara Civata Nwênerên Îraqê bo derçûna hêzên bîyanî ji nav axa wî welatî. Got jî, Em di wê bawerîyê de ne ku berjewendîya hevpişka tevaya alîyên pişikdar di Hevpeymanîyê de bi Îraqê ve jî di wê yekê de ye ku li cengê dijî Daişê berdewam bîn.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudisa Supayê Pasdarên Îranê û Ebû Mehdaî Muhendis, cêgirê serokê giştîyê Heşda Şeibî di hêrişeka Emerîkayê de li nêzîk firokexane ya Bexdayê, Perlemana Îraqê li 5ê evê mehê wek karvedabeka li jêr fişara alîyên Şîe pirojeyasa ya derkirina hêzên bîyanî ji Îraqê pesind kir.