Rûsiya daxwaza Tiramp red dike
Hikumeta Rûsiya daxwaza serokê Emerîkayê, Donald Tiramp red kir û ragehand, Em rijtîn li ser cîbicîkirina rêkkevtina navokî li gel Komara Îslamî ya Îranê.
K24- Hewlêr
Hikumeta Rûsiya daxwaza serokê Emerîkayê, Donald Tiramp red kir û ragehand, Em rijtîn li ser cîbicîkirina rêkkevtina navokî li gel Komara Îslamî ya Îranê.
Duhî serokê Emerîka, Donald Tiramp di gotarekê de daxwaz ji Rûsiya, Çîn, Firansa, Birîtanîya û Elmanîya kir rêkkevtina navokî li gel Îranê helweşînin.
Derbarê vê yekê, wezareta derveya Rûsiya, evro Pêncşembîyê, 9/1/2020 di beyannameyekê de ragehand, Ew rêkkevtin gelek bi hûrî hatîye darijtin û em li ser wê rêkevtîne û divê bihê cîbicîkirin.
Herweha hatîye, Rûsiya ji helwêsta Îranê têdigehêje ku dixwaze Emerîka vegere bo pabendbûnê bi wê rêkkevtinê.