Nansî Pîlusî: Piştî kuştina Suleymanî Emerîka aramtir nebûye

Seroka Civata Nwênerên Emerîkayê, Nansî Pêlusî ragehand, serokê Emerîka, Donald Tiramp bi kuştina Qasim Suleymanî, fermandeyê berê yê Feyeleqa Qudis a Supayê Pasdaran Emerîka aramtir û selamettir nekirîye.

K24- Hewlêr

Pîlusî got jî: Ez di wê bawerîyê de nîme ku welatê me selamettir bibe, nemaze piştî kuştina Qasim Suleymanî.

 Hevdem biryara Civata Nwênerên piştî çend demjimêrên din deng dide li ser pirojeyasa ya taybet bi desthelatên serbazî yên serokê Emerîkayê, ku armanc ji wê pirojeyê rêgirtine ji wê yekê ku Tiramp şerî li dijî Îranê rabigehîne bê rezamendîya Kongirêsê.