Lavrov: Kuştina Qasim Suleymanî binpîkirina yasayên nêvdewletîye

Wezîrê derve yê Rûsiya, Sêrgî Lavrov ragehand, kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê berê yê Feyleqa Qudis a Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê bipîkirina yasayên nêvdewletîye û derencamên metirsîdar dê jê durist bin.

K24- Hewlêr

Di peywendîyeka telefonî de,li gel hevtayê xwe yê Pakistanî, Şah Mehemûd Qureyşî , Lavrov got jî, Rûsiya evê reftara Emerîkayê bi binpîkirineka aşkera ya yasayên nêvdewletî dizane.

Herweha got jî: Bi bawerîya me ev bûyer derencamên metirsîdar dê jê durist bin, li ser asta deverê û cîhanê jî asayîş û aramîyê dixe di metirsîyê de.