Nêçîrvan Barzanî li gel alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê civîya

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê tekez kr li ser aramgiritinê û zêdekirina herwlan bo cêgîkirina aramîyê û akicîyê li Îraq û deverê û Îraq nebe qada yekalîkirina arîşe û milmilanya hêzên Herêmî û nêvdewletî.

K24- Hewlêr

 Evro Pêncşembîyê li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li birêz Deyvîd Şînker alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê bo karûbarên Rojhelata Nêzîk û şandeke pê re.

Di civînê dem herdû alîyan girjî û dawîn pêşhatên rewşa Îraqê û deverê gênegeşe kirin û ronahî xistin ser peywendîyan û dîloga Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina arîşeyan, metrsîyên serheldan terorê û çawanîya berengarbûna wê bi hevkarî û piştîvanîya Hevpeymanî ya Nêvdewltî.

 Piroseya sîyasî li Îraqê, hewlên pêkanîna kabîne dahatî ya hikumeta Fedral, xwenîşandan û daxwazîyên xwenîşanderên Îraqê, peywendîyên Îraqê û Herêma Kurdistanê li gel Emerîka û çend pirsên din yên giring tewereka dî ya wê civînê bû.