Îraq.. careka dî hêrişa mûşekî hat encamdan
Çavkanîyekê ewlekarîyê ragehand, mûşekek li nêzîk bingeha serbazî ya Beled li parêzgeha Selahedîn kete xwar.
K24- Hewlêr
Çavkanîyekê ewlekarîyê ragehand, mûşekek li nêzîk bingeha serbazî ya Beled li parêzgeha Selahedîn kete xwar.
Ewî çavkanî ku amaje bi navî wî nehatîye kirin, bi Somerîye Nîyoz ragehandîye, ew mûşek li dervera Fedlanî ser bi qezaya Dûceyil li nêzîk bingeha asamanî ya Beled kevte xwarê, bê ku hûrgelîyên zêdetir derbarê vê yekê aşkera bike.
Di dema burî de çend caran devra Kesik li bajarê Bexdayê û çend deverên dinên naverasta Îraqê bibûn armanca hêrişa mûşekî, lê heya niha ti alîyekî bi fermî berpirsyartîya xwe ji wan hêrişan neragehandîye.
Ev di demekê de ye, bi awayeka nîv rojane hêrişên çekdarî li sinûrê parêzgeha Selahedîn dihên encamdan bo ser hêzên ewlekarîyê û hevwelatîyan û tim xelk dibe qurbanî.