Kongirês bi yasayekê desthelatên serbazîyên Tiramp sinûrdar dike

Civata nwênerên Emerîkayê, yasa ya desthelatên serbazîyên serokî pesind kir.

K24- Hewlêr

Civata nwênerên Emerîkayê, yasa ya desthelatên serbazîyên serokî pesind kir.

Li gor evê yasayê, rêgirî li Donald Tiramp dihêt kirin û êdî destên wî vebûyî nabe bo ragehandina şer li dijî Îranê.

Di civata nwêneran de yasa ya desthelatên ceng bi rezamendî ya 224 nwêneran û dijînîya 194 nwêneran hat pesindkirin û hat şandin bo Civata Pîran.

 Serokê karûbarê derve ya Civatê, Îlyot Încil ragehadn, li gor yasayê divê berî serok her biryareka serbazî bide, divê veger bo Kongirêsê, neku piştî derkirina biryaran dûv re vegere û pasw û bîyanûyan bide, ku ew pasaw û bîyanû ne pêwîst û ne yasayî ne.

 Koçka Sip dijî biryara nwêneran helwêsta xwe ragehand û ew biryar bi bêzver û yarîyeka dî ya sîyasî dazanîn.

Piştî pesindkirina wê yasêyê ji alîyê Civat Nwêneran ve, dihêt şandina bo Civata Pîran û li gor zanyarîyên mêdyayan di wê Civatê de ku piranîya wan Komarîne dê bihêt red kirin.