Birîtanîya daxwaz ji hevwelatîyên xwe dike serdana Îranê nekin

Wezareta derve ya Birîtanîyayê daxwaz ji hevwelatîyên xwe kir serdana Îranê nekin.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Birîtanîyayê daxwaz ji hevwelatîyên xwe kir serdana Îranê nekin.

Evro, Heyînîyê 10/1/2020 wezarê derve yê Birîtanîyayê, Domînîk Rab ragehand, bi li ber çav girtina egera kevtin froke ya Okranî bi mûşeka Îranî û ew metirsîyên ku hene, daxwaz ji tevaya hevwelatîyên Birîtanîyayê dikîn, serdana Îranê nekin.

Roja Çarşembî ya burî firkoeyeka Okranî ji cora Boyîng737 piştî helfirînê li firokexaneya Îmam Xumeyînî li Tehranê têkişka û tevaya geştkarên di nav de canê xwe ji dest dan.

Welatên Rojava di wê bawerîyê de ne ku ew firoke bi mûşeka Îranê ketye xwarê, lê Îran evê yekê red dike û sedema wê yekê bo pirsgirêka teknîkî vedigerîne.

Herweha wezareta derveya Birîtanîyayê daxwaz ji kompanîyayên firokevanîyê kirîye ku geştan bo Îranê nekin.