Tiramp: Bila welatên Rojhelata Navîn jî bibin endamên NATOyê

Serokê Emerkayê, Donald Tiramp, daxwaz ji NATOyê (peymana Bakûra Etlesî kir) xwe berfireh bike û hejmareka wekatên Rojhelata Navîn jî bibin endamên wê.

K24- Hewlêr

Serokê Emerkayê, Donald Tiramp, daxwaz ji NATOyê (peymana Bakûra Etlesî kir) xwe berfireh bike û hejmareka wekatên Rojhelata Navîn jî bibin endamên wê.

Duhî, Pêncşembîyê, 9/1/2020 di Koçka Sipî de, Tiramp do hevpeyvîneka rojnamevanî de got: Ez di wê bawerîyê de me ku pêwîste NATO bihêt berfirehkirin û Rojehelata Navîn jî vegire.

Gor jî:  Daiş pirsgirêkeka nêvdewletîye, em dixwazîn serbazên me vegerin welat, bila NATO ber bi pêşve bihêt û pêngavên xwe bihavêje. Me rê ji Daişê girt û nehêla bigehe Ewrûpa, divê ji niha paş ve NATO roleka zêdetir bileyîze.