NATO berê xwe dide Rojhelata Navîn

Wezîrê derve yê Emerîkayê, Mayîk Pompêw li gel sekiretêrê giştîyê NATO (Peymana Bakura Etelesî) Yens Stoltinbêrg rêkkevtin ku niha paş ve NATOyê roleka mezintir li Rohelata Navîn bileyîze.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Emerîkayê, Mayîk Pompêw li gel sekiretêrê giştîyê NATO (Peymana Bakura Etelesî) Yens Stoltinbêrg rêkkevtin ku niha paş ve NATOyê roleka mezintir li Rohelata Navîn bileyîze.

Wezareta derve ya Emerîkayê, di beyannameyekê de ragehand, di peywendîyeka telefonî de, Pompêw û Stoltibêg behsa derencamên kuştina Qasim Suleyamnî û hêrişên mûşekîyên Îranê kirîne û herdû alîyan tekez  kirîne ku gefên Îranê li deverê berdewam in.

 Herweha di wê neyannameyê de hatîye, serokê Emerîkayê tekez li ser wê yekê kirîye ku NAToyê roleka zêdetir hebe li Rojhelata Navîn pişikdarîyê bike di dabînkirina asayîşa herêmî û berengarbûna terorê,

Duhî, Pêncşembîyê, 9/1/2020 di Koçka Sipî de, Tiramp do hevpeyvîneka rojnamevanî de got: Ez di wê bawerîyê de me ku pêwîste NATO bihêt berfirehkirin û Rojehelata Navîn jî vegire.

Gor jî:  Daiş pirsgirêkeka nêvdewletîye, em dixwazîn serbazên me vegerin welat, bila NATO ber bi pêşve bihêt û pêngavên xwe bihavêje. Me rê ji Daişê girt û nehêla bigehe Ewrûpa, divê ji niha paş ve NATO roleka zêdetir bileyîze.