Firokeyên ne nas bingehên mîlîşyayên Îranî li Elbukemal kirin armanc

Firokeyên ne nas bingehên mîlîşyayên Îranî li bajarê Elbukemal a Dêrezorê kirin armanc.

K24- Hewlêr

Firokeyên ne nas bingehên mîlîşyayên Îranî li bajarê Elbukemal a Dêrezorê kirin armanc.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, derengahî ya şeva bûrî frokeyên ne nas embareka  cibexaneyan û alavên serbazî yên mîlîşyatên ser bi îranê ve li bajarê Elbukemal kirin armanc  û dengê  hejmareka teqînên bihêz li wê navçeyê hatîne bihîstin.

Li gor Riwangehê  di encama wê êrîşê de 8 çekdarên Heşda Şe'bî hatîne kuştin.