Pîrozbahîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejna Sê Şevî ya Yaran (Qewltas)
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya Kakeyîyan kir.
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya Kakeyîyan kir.
Bi boneya cejna Sê Şevî ya Yaran (Qwiltas) a Kakeyîyan ku rêkevta wê evro ye û piştî temambûna wê, sê rojan bi rojî dibin. Mesrûr Barzanî, serokê hikumate Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê belav kir, ku ev deqa wê peyamê ye.
Pîrozbahîyeka gerim araste ya xuşk û birayên me yên Kakeyî (Yarsan) dikim, bi bone ya cejna Sê Şevî ya Yaran. Hêvîdarin cejna xwe di xweşî û kameranîyê de biburînin. Kakeyî (yarsan) pêkhateyeka resena Netewe ya Kurdin û li jêr saye ya evê bi hev re jîyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê heye, mafên wan dê paraztî be.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê
10/1/2020