Rewşa cil û bergên Kurdî di niha de

Di salên dawî de, li bakûrê Kurdistanê hilberîna cil û bergên Kurdî gelek zêde bûbûn. Lê ji ber rewşa siyasî û aborî eleqeya ji bo cil û bergên Kurdî jî kêm dibe. Terzî û dikandarên cilên Kurdî, radigihînin ku heta ku rewşa awarte li Tirkiyeyê hat ragihandin, baldariyeke baş ji bo cilên Kurdî hebûye, lê ji ber welatî ditirsin û ji aliyê aborî de qels bûne, baldarî jî hatiye asta rawstanê.

K24-Amed

Di salên dawî de, li bakûrê Kurdistanê hilberîna cil û bergên Kurdî gelek zêde bûbûn. Lê ji ber rewşa siyasî û aborî eleqeya ji bo cil û bergên Kurdî jî kêm dibe. Terzî û dikandarên cilên Kurdî, radigihînin ku heta ku rewşa awarte li Tirkiyeyê hat ragihandin, baldariyeke baş ji bo cilên Kurdî hebûye, lê ji ber welatî ditirsin û ji aliyê aborî de qels bûne, baldarî jî hatiye asta rawstanê.

Li Diyarbekirê li gel pirsgirêkan, çêkirin û firotina cil û bergên Kurdî yên her herem û devereke Kurdistanê berdewam dike. Dirûnkerên cilên Kurdî radigihînin ku cilên Kurdî çêkirin, tenê ji bo bazirganiyê nîn e û di wan cil û bergan da, çanda Kurdî ya rengîn jî tê hunandin. Loma jî bi heskirin dikin.

Nîhat Ezer,  radigihîne ku ji zarokatiya xwe ve ji cil û bergên Kurdî û folklor û dîlan Kurdî gelek hez dike. Loma jî niha mamostetiya folklorê dike û di demên xwe yên vala de jî, li ser cil û bergên Kurdî lêkolînan dike û cil û bergên Kurdî didûre.

Nîhat Ezer (dirûnkerê cilên Kurdî) dibêje:"Di zarokatiya xwe de, min her tim dixwest ji min re şal û êlek çê bikin. Wek mînaq jî zarok diçûn dikanan û cilên fabrîqasyon dikiriyan, ez diçûm li gel dirûnkerê bazarê û min ji xwe re şal û êlek dida dirûtin.  Her tim min dixwest bi an rengan bijîm. Dema ku dîlan çêdibûn jî hêsta leystika dîlanê b imin re peyda dibû û diketim destên pîre mêran û dileyiştim."

Nîhat Ezer,li  gişt dever, bajar û heremên Kurdistanê jî geriya ye û li ser cil û bergên wan deveran lêkolîn kiriye û niha jî li gor daxwazê dirûtinê dike.

Emrûlah Zumrut jî teqrîben 10 sal e, cil û bergên Kurdî, hem çê kiriye, hem jî firotiye. Zumrut tîne zima ku heta 2016'an hem ji Kurdistanê, hem ji welatên Ewrûpa û Emerîkayê baldariyeke mezin hebû ye, lê teqrîben 2 sal e, karên wan her daaketiye ku niha jî rawestiyaye.

Emrûlah Zumrut (firoşkarê cilên Kurdî) got:"Eleqeyeke gelek mezin ji bo cil û bergên Kurdî hebû, lê piştî ragihandina rewşa awarte li Tirkiyeyê û şûn de, halî hazir li bazar navxweyî de, kirîn û firotina cilên Kurdî nema ye û loma jî dirotinê rawestandiye."

Hêjayî gotinê ye ku dirûtina cilên Kurdî, bi taybet piştî salên 2000'an li bakûrê Kurdistanê her diçû zêde dibû û li ser cûre û kevneşopiya wan lêkolîn jî dihat kirin. Lê bi taybet 4 salên dawî de jî, hem di lixwe kirinê de, hem jî hilberînê de peşdeçûnekî tê çavdêrîkirin.