Japon hêzê dişîne Rojhelata Navîn
Wezîrê berevanîya Japonê biryar da, hêza berevanîya welatê xwe zêdetir bişîne Rojhelata Navîn.
K24- Hewlêr
Wezîrê berevanîya Japonê biryar da, hêza berevanîya welatê xwe zêdetir bişîne Rojhelata Navîn.
Wezîrê Berevanîya Japonê, Taro Kono ferman derxistîye, gemîyeka cengî û hejmareka firokeyan bişîne Rojehelata Navîn bo paraztina wan gemîyêm kala û berhemên Japonî vedighêzin.
Taro Kono, got jî: Di destpêka meha dahatî de gemîyeka dî ya serbazî dişînîn wê deverê.
Zelal jî kir, hêzên Japonî di deryayê de, çek û şîyanên xwe yên serbazî bo bersivdana her gefekê bikar dihînin û erkên wan paraztina rabûra bazirganî ya Japonê dibe.