Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerika pêwendiya telefonî encam dan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiya Amerîka pêwendiyek telefonî encam dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiya Amerîka pêwendiyek telefonî encamdan
Îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiya Amerîka Dan Brolett pêwendiyek telefonî encamdan û danûstandin derbarê pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbeyna Herêma Kurdistanê û Amerîka de kirin, bi taybet di warê enerjiyê de.
Herwiha Wezîrê Enerjiya Amerîka amadebûna welatê xwe ji bo weberhênana zêdetir li Herêma Kurdistanê anî ziman, ku bi şêweyek kompanyayên weberhênanê roleke aktîvtir bibîn in, di geşepêdana pêwendiyên aborî di navbeyna Herêma Kurdistanê û Amerîka de. Ji bo vê mebestê jî, dê pêwendiyên wan berdewam bin.
C.B