Amerîka sizayan li 8 berpirsên bilind û 500 welatiyên Îranê disepîne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, piştî êrîşa Îranê li ser binkeyên Amerîka li Iraqê, Serokê Amerîka Donald Trump biryara sepandina sizayên nû li ser Îranê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, piştî êrîşa Îranê li ser binkeyên Amerîka li Iraqê, Serokê Amerîka Donald Trump biryara sepandina sizayên nû li ser Îranê da.

Pompeo aşkere kir, siza Sekreterê Rûhanî, Fermandarê Hêza Pasîc, Hêza Skwat, çend berpirsên din ên Îranê û 500 welatiyên Îranê li xwe digire.

Wezîrê Derve yê Amerîka tekez kir, ew kesên siza lê bêne sepandin, proseyên tundûtûjî û terorê li dijî hêzên cuda kirine û mîlîşyayan rahênan dikin.

Amaje bi wê jî da, ew Îranê dixin bin çavdêriya tund a ewlehiyê, rê nadin ew bi hevkarîkirina bi terorê re berdewam bibe û herwiha rê nadin wê jî ku hevkariya darayî bigihîne destê mîlîşyayan.

Mike Pompeo ragihand jî, karê Amerîka li Iraqê diyar e, ku hevkariya hêzên Iraqî û şer li dijî terorê dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka tekez kir jî, ew li Iraqê bi erkên xwe berdewam dibin û jê venakişin.

 

S. B