Adil Abdulmehdî serdana Hewlêrê dike
Biryar e îro Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Medyaya Iraqê belav kir, biryar e îro Adil Abdulmehdî bi serokatiya şandeke pilebilind a Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û dîtina çareseriyekê ji krîza niha re guftûgo bike.
Piştî destê xwe wek Serokwezîrê Iraqê ji kar kişand, ev yekem serdana fermî ya Adil Abdulmehdî ji Hewlêrê re ye.
S. B