NY gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê dirêj kir

Encûmena Asayişa Navdewletî proseya gihandina alîkariyên mirovî di 2 deriyên sînorî re bo welatiyên Sûriyê ji bo 6 mehên din dirêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî proseya gihandina alîkariyên mirovî di 2 deriyên sînorî re bo welatiyên Sûriyê ji bo 6 mehên din dirêj kir.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibin û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyek bi Iraqê re ye. Ew biryar jî roja 10 Çileya 2020an bidawî bû.

Li gor nûçeya ajansa “Reuters”, Encûmena Asayişa Navdewletî duhî gihandina alîkariyên mirovî bo milyonan welatiyên Sûriyê di sînoran re ji bo 6 mehên din, tenê di 2 deriyan re dirêj kir.

Encûmena Asayişa Navdewletî, deriyên sînorî yên tê re alîkarî derbas dibin kêm kir û deriyên bi Iraq û Urdinê re ji lîstê derxistin.

Rûsya û Çînê deng li ser projeyê nedan û guhartina projeyê bû cihê dilgiraniya Amerîka û Brîtanyayê jî, ji ber wê wan jî deng li ser wê projeyê nedan.

Nûnera Brîtanyayê li Netewên Yekgirtî Rûsya bi wê yekê tometbar kir, ku nehîtina deriyê bi Iraqê re, jiyana welatiyên bakurê rojhilatê Sûriyê dixe metirsiyê.

Nûnerê Rûsyayê jî got, rewşa bi awayekî mezin hatiye guhartin û alîkariyên mirovî ji navxweya Sûriyê digihe navçeyên din.

Meha bûrî, Encûmena Asayişa Navdewletî biryarek ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî di çend xalên sînorî re ji bo Sûriyê amade kiribû û ew biryar rastî vetoya her yek ji Rûsya û Çînê hatibû.

 

S. B