Adil Abdulmehdî gihîşt Hewlêrê

Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Adil Abdulmehdî bi serokatiya şandeke pilebilind a Iraqê gihîşt Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî lê hate kirin.

Adil Abdulmehdî bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û dîtina çareseriyekê ji krîza niha re guftûgo dike.

Piştî destê xwe wek Serokwezîrê Iraqê ji kar kişand, ev yekem serdana fermî ya Adil Abdulmehdî ji Hewlêrê re ye.

  

S. B