HSD: YPG û Asayiş ji ber windabûna Behzad Dorsin berpirsyar in

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di derbarê windabûyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de daxuyaniyek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di derbarê windabûyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova kedên bo avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî yên Kurdî li Sûriyê de, HSDê komîteke lêkolînê bo şopandina rewşa 10 navên ku ENKSê pêşkêşî wan kiriye ava kir.

HSDê navên windayîyan yên ENKSê ji wan re pêşkêş kirine diyar kir ku wiha ne:

- Cemîl Omer/ li Qamişlo winda bûye/ 13ê Tîrmeha 2012an.

- Behzad Dorsin/ li Dêrikê winda bûye/ 24ê Cotmeha 2012an.

- Nîdal Osman/ Li Dêrikê winda bûye/ 24ê Cotmeha 2012an.

- Ehmed Osman Sîdo/ Li Efrînê winda bûye/ 19ê Îlona 2013an.

- Ehmed Xelîl Sînor/ Li Efrînê winda bûye/ 11ê Cotmeha 2013an.

- Idrîs Elo/ Li Efrînê winda bûye/ 8ê Mijdara 2013an.

- Şaban Ebdilhemîd Şêxo/ Li Efrînê winda bûye/ 15ê Mijdara 2013an.

- Emîr Hamid/ Li Dirbêsiyê winda bûye/ 11 Çileya 2014an.

- Fuad Îbrahîm/ Li Dêrikê winda bûye/ 24ê Adara 2017an.

-Siûd Mîzir Îsa/ Li Dirbêsiyê hatiye girtin/ 27ê Mijdara 2019an.

HSD diyar dike, li gor encamên lêkolînan, 8 ji kesên windabû berî damezrandina fermî ya Rêveberiya Xweser û dezgehên wê di 21ê Çileya 2014an de  hatine windakirin û haletên yekem jî berî damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) winda bûne.

Fermandariya Giştî ya HSDê dide zanîn, heta niha komîteya hatiye avakirin, nekariye çarenivîsa Behzad Dorsin û Nîdal Osman diyar bike, lê ew her du kes li herêmên di bin kontrola YPGê û Asayiş de winda bûne, ji ber wê jî ew her du hêz YPG û Asayiş di ber windabûna wan de berpirsyar in û berdewamiya diyarkirina çarenivîsa wan ji erkê hêzên HSDê ye.  

Derbarê windabûyên Efrînê de jî, HSD radigihîne, ji ber rewşa dagîrkirina Efrînê zehmetiya gihîştina wê herêmê, komîteyê nekariye lêkolînan di çarenivîsa wan de bike.

Amaje bi wê da, Siûd Mîzir Îsa li cem Ewlehiya Giştî girtî bû û roja 20ê Berçileya 2019an hat azadkirin.

 

S. B