Li Hecînê teqîn.. 6 kes birîndar bûn
Di encama teqînekê de li bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê, 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê de li bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê, 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li bajarokê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê motorsîklek bombekirî li nava bazara bajêr teqiya û di encamê de 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Bajarokê Hecînê di meha Adara 2019an ve ji aliyê HSDê ve ji DAIŞê hatibû kontrolkirin.
Demek e şaneyên razayî yên DAIŞê li gundewarê Dêrazor û Reqayê çalak bûne û di dema dawiyê de hajmarek teqîn li her du parêzgehan rû didin.
S. B