Baregeha Barzanî nûçeya derbarê “destpêşxeriya Serok Barzanî” red dike

Baregeha Barzanî dengoyekê red dike, ku Serok Mesûd Barzanî “Destpêşxeriyek bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê kiriye û ji aliyê Şîeyan ve hatiye redkirin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Baregeha Barzanî dengoyekê red dike, ku Serok Mesûd Barzanî “Destpêşxeriyek bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê kiriye û ji aliyê Şîeyan ve hatiye redkirin”

Baregeha Barzanî îro di ronîkirinekê de ragihand, “Di çend rojên bûrî de li hejmarek malperên Kurdî û Erebî nûçeyek hatibû belavkirin, ku Serok Barzanî estpêşxeriyek bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê kiriye û piraniya aliyên Şîeyan ev destpêşxerî red kiriye.”

Baregeha Barzanî tekez dike, “Ji hemû aliyan re radigihînin ku ev nûçe ti rastiyek tê de nîn e. Ji bineret ve destpêşxerî aliyê Serok Barzanî ve nebûye, heta ku kesek yan aliyek wê red bike.”

 

S. B