Mesrûr Barzanî û Adil Abdulmehdî: Pêwîst e Iraq ji milmilaneyên herêmî û derveyî dûr be
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hikûmeta Federal a Iraqê bi serokatiya Adil Abidulmehdî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hikûmeta Federal a Iraqê bi serokatiya Adil Abidulmehdî kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîran amade bûn, guftûgo derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de hatin kirin.
Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê da, ku bingeheke baş a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatiye danîn û niha derfeteke baş heye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên herdu aliyan, bi awayekî ku di berjewendiya hemû rûniştvanên Iraqê de be.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û bicihkirina rêkeftina di navbera wan de, pêwîstiya wê bi biyar û vîneke cidî heye, ku giriftan bi awayekî bingehîn bêne çareserkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi wê da, ku DAIŞ hîna gefeke cidî ye li ser tevahiya Iraqê, ji ber wê pêwîstiya wê bi hevahengiyeke zêdetir di Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û bi hevkariya hêza hevpeymanan heye.
Herdu aliyan tekezî li ser wê kirin, ku pêwîst e Iraq ji milmilaneyên herêmî û derveyî dûr be û pêwendiyên hevseng bi hemû aliyan re biparêze.
S. B